Li Sakaryayê teqîn: Herî kêm 3 leşker mirin


Li herêma Taşkisigi ya Sakaryayê, li wesayiteke ku malzemeyên fîşekên hewayî tê de bûn teqînek pêk hat.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Sakaryayê Ekrem Yuce diyar kir ku ji ber teqînê du kes mirine. Lê belê demeke kurt beriya niha Waliyê Sakaryayê Kaldirim bi daxuyaniyekê got, “Teqîn di dema veguhastinê de pêk hat” û 3 kes mirine, 6 kes jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku 5 ji birîndaran jenderme ne.

Hate îdîakirin ku teqîn li qemyonekê bûye ku malzemeyên li febrîqeya fîşekên hewayî ya li navçeya Hendek a Sakaryayê tê de bû.

7 KES MIRIBÛN

Li navçeya Hendekê ya Sakaryayê di encama teqîna 3’ê Tîrmehê de ya li febrîqeya fîşekên hewayî ya Buyuk Coşkûnlarê 7 kes miribûn, zêdeyî 100 kes birîndar bûbûn. Însiyatîfa Zarokên Êgir berpirsyariya çalakiyê dabû ser milê xwe.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Kanada Vaksîna Pfizer – BioNTechê bo Zarokên 12-15 Salî Dipejirîne

Kanada destûr da vaksîna vîrusa korona ya Pfizer – BioNTechê ku ew bo zarokên temenên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *