Hakimê Bajarê Seoul Nediyar E


Polîsên Koreya Başûr roja Pêncşemê ragihand ku ew li serokê bajarê Seoul Park Won-soon digerin, piştî ku keça wî ji wan re daye zanîn ku babê wê nediyare.

Polîs dibêjin, karmendên wan li Park Won-sun hakimê paytext Seoul, li herêmeke paytext Seoul li şopên wî digerin piştî ku herî dawî sinyalên telefona wî li wêderê hatbûn zep kirin.

Polîs dibêje keça wî, di demjimêr 5:17 êvarî de, ew agihdar kirine ku babê wê hindaye, dema ku li telefona wî dixin, telefon girtîye.

Karmendên ofîsa Park gotin, roja Pêncşemê ew nehatiye ser kar. Ajansa Yonhap dibêje li herêma ku sinyalên telêefona wî bo cara dawiyê lê hatine girtin, polîs bi rêya segên polîsî û dronan li şopên wî digerin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Bi pirsên kurdên Rojhelata Kurdistanê û bi bersîvên min PKK ( II )

Çavdêra mafên mirov a Rojhelata Kurdistanê beriya vê demekê di derbarê PKKê de bi min …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *