Asayişa Kurdistana Îraqê Rojnamevan Qaraman Şukrî Girtîye

Komîta Parastina Rojnamevanan ku bingeha wê li New York dimîne, di Malpera xwe ya fermî da weşandiye ku hêzên Asayişa Kurdan li Kurdistana Îraqê, Rojnamevanê Fotograf Qaraman Şukrî li Şêladizê girtîye.

Komîta Parastina Rojnamevanan CPJ dide zanîn ku ew nerihetin jiber girtina Qaraman Şukrî yê bo RojNews ku mediya nêzîkî partaiya Karkerên Kurdistan PKKê ye û herwiha bo kenalê KNN TV ku nêzî tevgera Gorane kar dike.

Komîte li gor raportên rêxistinên herêmî radigihîne ku roja 27ê Hezîranê hêzeke ewlkarî ya Asayişê, Şukrî di mala wî de ya li Şêladizê girtiye û heta niha diyar nîne.

Saziya herêmî ya berevenaiyê ji rojanevanan dike Metro Center ya ku bingeha wê li Silêmaniyê li Herêma Kurdistana Îraqê dimîne, li gor Naimet Rêkanî mamê Qaraman daye zanîn ku efserê Asayişê yê ku hatî bo girtina Qaraman gotiye wan, me çend pirs hene dê ji wî bikîn û paşî serbest berdîn, lê heta niha ew nehatiye berdan.

Roja 7ê Tîrmehê Zhiyan Mediya hevpeyvînek ligel parêzer û berpirsê ofîsa Duhok ya rêxistina Mafên Mirov ya Kurdistan (Kurdistan Human Rights) Hamdî Berwarî ecam daye, Berwaî dibêje, Qaramna li girtîgeha Zirka girtî bû, lê ew ne piştrastin ka heta niha li wêderê girtîye yan na.

Dengê Amerîka bi rêya telefonê têkilî bi Hamdî Berwarî re danî, Berwarî tekez kir ku Qarman heta niha girtîye, lê nayê zanîn kanê kengî dê bihê berdan.

Herwiha çavakniyek taybet ji Şêladizê da zanîn ku belê Asayişê rojnamevanê Wênegir Qaraman girtîye, lê ew nizanin li kîderê girtîye.

Roja 7ê Tîrmehê, parêzerê dilxwaz Rêving Yasîn Nebî, yê ku berevaniyê ji dosya Qaraman Şukrî dike û têkilî bi malbata Şukrî re hene gotiye CPJ, rê nayê dan ku ne parêzerên Qaraman, ne jî malbata wî, wî bibîne.

Ignacio Miguel Delgado, nûnerê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa yê CPJ got”Em nerihetin jiber girtina Qaraman Şukrî, jiber ku Asayişê tomarên xerab hene yên serederiya li gel rojnamevanên azad.” Delgadodîsan herwiha got “Berpırsên Desthilata Kurdî li Bakurê İraqê divê derhal sedemên girtina Qaraman Şukrî diyar bikin, yan jî wî berdin”.

CPJ dibêje, roja 19ê Hezîranê Qaraman bo Stêrk TV ya ku nêzîkî PPKê ye li ser êrîşên Tirkiyê û bombebaran artêşa wê li ser herêmê axiftî ye, Şukrî li ser Facebookê weşand bû ku di êrîşên Tirkiyê de hejmarek sivîl hatine kuştin divê Hikûmeta Herêmê van êrîşan şermizar bike, Qarman Şukrî weha gotbû.

Roja ku Şukrî axiftin kirbû, 19ê Hezîranê bû ku di êrîşa Tirkiyê ya wê rojê da 3 welatiyên sivîl hatbûn kuştin, wî behsa wan êrîşan kirbû herwiha gotbû ku xelkê sivîl yê herêma Şêladizê plan dike ku xwepêşandanan li dij êrîşên Tirkiyê encam bidin, du caran Qarman bo Stêrk TV axift bû, lê paşî diyar nemabû.

Kesên ku bo Stêrk TV di axivin li herêmê tên êşandin yan jî girtin ji aliyê Asayişê ve. Derbarê dosya Qaraman Şukrî, Dîndar Zêbarî navbeynkar û kordînatorê Herêma Kurdistanê ye bi rêxistinên navnetwî re yên tkildarî mafên mirovan, doh Çarşemê 8ê Tîrmehê gotiye CPJ ewê lêkolînê li ser girtina Qarman Şukrî bikin û di demek nêzîk de bersivê bidin rêxistina Komîta Parastina Rojnamevanan CPJ.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Kanada Vaksîna Pfizer – BioNTechê bo Zarokên 12-15 Salî Dipejirîne

Kanada destûr da vaksîna vîrusa korona ya Pfizer – BioNTechê ku ew bo zarokên temenên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *