Parkên tîvoliyê bedelê dixwazin – Radio Sweden Kurdish – ڕادیۆی سوید – Radyoya Swêdê


Bi belavbûna koronayê re, hikûmetê civînên ku ji 50 kesan bêtir bin qedexe kirine. Vê qedexeyê nehiştiye ku tîvolî û parkên lîstik û yariyan havîna îsal deriyên xwe ji xelkî re vekin.

Berpirsiyarên wan parkên dibêjin ku qedexeya hanê ji bo wan wek embargoyekê ye.

Li gor rêxistina parkên tîvoliyê, Sveriges nöjesparksföreningen, ku parkên mezin Liseberg, Gröna Lund û Skara sommarland tê de endam in, nêzîkî 7 000 kes par li wan parkan dixebitîn.

Lê, ji ber ku park îsal girtî ne, berpiriyarê wan dibêjin ku xesara wan gelek mezin e.

Lewra, Rêxistina parkan ji hikûmetê xwastiye ku 1,5 kronan bedelê wê xesarê bide.

Pereyê diyarkirî qezenca par ya parkan ya berî dana bacê bû.


Source link

About Hooshyar

Check Also

وێنەی 30 ی یازدەی 2020 (Dengî Amerîka)

A look at the best news photos from around the world. Source link

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *