Li Parzemîna Afrîqa 509,000 Tûşbûnên Korona Hatine Tomar Kirin


Ajansa AP îro Çarşemê ragihand ku niha li parzemîna Afrîqayê pirtir ji nîv mîlyonan bûyerên piştrastkirî yên pêketina vîrusa korona hatine tomar kirin.

AP ji zarê Navendên Afrîqî yên Kontrolkirin û Pêşîgirtina Nexweşîyan (Africa Centers for Disease Control and Prevention) ragihand li seranser parzemînê 509,000 bûyerên tûşbûna korona hatine tomar kirin.

Wezîrê Saxlemî yê Afrîqaya Başûr Zweli Mkhize jî ragihand ku welatê wî giheştîye xala herî bilind ya belavbûna koronayê.

Mkhize da zanîn ku wan rojeke din derbaz kiriye ku pirtir ji 10,000 bûyerên piştrastkirî yên pêketina koronayê hatine tomar kirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Afrîqaya Başûr 43 ji sedê hemî tûşbûnên li sernaser parzemîna Afrîqayê pêk tîne.

Berpirsê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) yê Afrîqa Matshidiso Moeti hefteya çûyî gotibû ku hejmara rastîn ya bûyerên pêketina korona li perzemînê ne zelal e, ku 1.3 mîlyar kes li wirê dijîn.

“54 dewletên parzemîna Afrîqayê rûbirûyê kêmahîyên mezin yên alavên testkirina vîrusa koronayê ne û xeterî gelek mezin e,” gotibû.

WHO îro dîyar kir ku nexweşîya COVID-19 heta niha pirtir ji 11,955 kes kuştine ku ew hejmara ji vîrusa kujer ya Ebola jî xirabtir e.


Source link

About Hooshyar

Check Also

RINDIK: Dijminan ez nezerî kirim

  Min zêde pesnê xwe da, xêrnexwazekî min ez çavînokî kirim. Bîstik berê ez şemitîm …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *