Îran Ser Pêla Duyê ya Vîrusa Korona Hişyarîyê Dike


Wezîrê Saxlemî yê Îranê Saîd Nemekî dîyar kir ku ew bi pêla duyê ya vîrusa korona re rû bi rû mane.

Namekî da zanîn ku piranîya gel guh nedaye hişyarîyên wan û vîrus belav bûye.

‘’Me bi vîrusa korona re gulaş girtiye, lê dibe ku di deqîqeyên dawî de derbe li me kevin.’’ Namekî got.

Di 24 saetên dawî de li Îranê 200 kes bi vîrusa korona mirine ku ew li wî welatî hejmara rojane ya herî bilind e.

Vîrusa korona li Îranê di 19’ê Sibatê de hatibû tespît kirin.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hokinsê, li Îranê pirtir ji 245,000 kes bi vîrusa korona ketine û 11,931 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Berpirsyar 03/12/2020 (Rudaw)

Berpirsyar 03/12/2020 (Rudaw) Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *