Hevpeymaniya Navdewletî erka xwe ya li Iraqê guhert


PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, li Iraqê erka xwe ya bo artêşa Iraqê guhert û ji nû şûnde tenê wê di rûbirûbûna DAIŞê de xizmeta şêwrê bide.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê bi daxuyaniyekê ragihand, wan pêngaveke nû di erkê xwe yê şêwirmendiyê de li Iraqê daye destpêkirin û ew erkê nû yê Hevpeymanan ji destpêka vê mehê (Tîrmehê) ve çalak bûye û ji niha pê ve bêtir bala wan li ser dayîna şêwiran bo hêzên Iraqî ye.

Hevpeymaniyê got, “Hêza Erkên Taybet li Iraqê berê perwerde û rahênana hêzên Iraqî û pêkanîna operasyonên esmanî yên li dijî DAIŞê bû, lê di qonaxa nû de komeke taybet bi şêwirmendiya serbazî ava dikin.”

Hevpeymaniya Navdewletî bal kişandiye ser ku ji bo piştevaniya operasyonên hêzên ewlekarî yên Iraqê yên li dijî DAIŞê, pêngaveke din davêjin ku kêmkirina hejmara hêzên xwe yên serbazî heye, lê wê şarezayên leşkerî bo şêwra hêzên Iraqî û serkirdeyên wan terxan bikin.

Hat diyarkirin ku navenda sereke ya koma şêwira serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê, wê li bajarê Bexdayê be û 13 welat tê de endam dibin ku wê Amerîka jî serokatiya bike.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê piştî êrîşên DAIŞê yên 2014an bi serokatiya Amerîkayê hat avakirin û ji wê demê heta niha perwerdeya leşkerî û rahênanê dide bi dehan hezar leşkerê Iraqê û hêzên Pêşmerge. Hevpeymaniyê tenê di sala 2020an de zêditirî  Hezar û 200 operasyon li dijî DAIŞê pêk anîne.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Li Îranê 24 seatên dawî de 358 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *