Her Roj 5-6 Hezar Kes bi Vîrusa Korona Dimirin


Ghebreyesus da zanîn ku di dawîya hefteyê de 400,000 pêketîyên nû yên vîrusa korona hatin tespît kirin û got ku hejmara mirinan rojane di navbera 5000 û 6000 diguhere.

WHO dide zanîn ku jiber zêdebûna testan û berevanîyên nû yên dijî vîrusa korona hejmara pêketîyan bilind dibe û ya mirîyan jî sabît e.

Lê, yek ji karbidestên din yên WHO, Mike Ryan bal kişand ku di meha Hezîranê de hejmara pêketîyan zêde bûye û hîn ji wan pir mirin çênebûye.

Ryan dîyar kir ku dibe ku di rojên pêş de hejmara mirinên ji vîrusa korona pir zêde bibe.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê pirtir ji 11,7 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 542,310 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

 


Source link

About Hooshyar

Check Also

ENCÛMENA PAKREWAN CIWAN ELQUTNA YA BAJARÊ DIRBÊSIYÊ Û GUNDEWARÊ WÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ YA MEHA 11AN LI DARXIST…

di roja duşemê 30.11.2020an de,encûmena xwecihî ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bajarê Dirbêsiyê …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *