Stratejîya Operasyona Tirkiyê li Bakurê Îraqê

Hêzên artêşa Tirkiyê di 15ê Hezîranê de, dest bi operasyona leşkerî ya bi navê “Pencên Baz” kir bû, herwiha 17ê Hezîranê de jî operasyona “Pencên Piling” bi behaneya hebûna şervanên PKK li bakurê Îraqê operasyon dabû destpêkirin bi taybet li herêmên li ser hêla sinorê ya di navbera Îraq û Tirkiyê. Piştre hêzên bejayî yên Tirkiyê li devera Heftenînê û li sînorên herdu bajarokên Batîfa û Derkarê yên qeza Zaxo ketbûn wan herêman, li gor pêzanînên ji herêmê tên heta niha Tirkiyê gelek xalên leşkerî li wan herêma bicih kirîne.

Serokkomariya Tirkiyê doh nexşeya xalên serbazî yên ku hêzên wî welatî li herêma sinorî bicih kirine nîşan dan, ku ji 37 xalên serbazî pêk tên. Di nexşeya ku hatî weşandin da herwiha bingehên ku tê îdia kirin PKK li wan xal û kampan bûn hatine destnîşan kirin.

Gelek caran artêşa Tirkiyê operasyon li Bakurê Îraqê encam dane, lê her car oprasyon hatine destpêkirin û bo demekî bidawî bûne, lê vê carê tirs heye ku Tirkiye bi temamî li herêmê bimîne û ciyên ku girtine bernede û xalên leşkerî yên mayinde bicih bike.

Ji encama operasyona Tirkiyê li dij şervanên Partiya Karkerên Kurdistan PKKê hejmarek sivîl hatine kuştin bi taybet li herêma Amêdiyê û sinorên nahiya Dêrelok û Şêladizê, dehan gund hatine vala kirin.

Cadeya Kurdî ditirse ku Tirkiye her û her li wan herêman bimîne, herçende heta niha 2 caran hikûmeta Îraqê balyozê Tirkiyê bang kirîye û nameya nerazîbûnê daye wî.

Hikûmeta herêma Kurdistanê û parlemena Herêmê jî daxuyanî dane û daxwaz ji Tirkiyê û PKKê kirîye ku şerê xwe ne înin herêmên wan yên ku demek dirêje rastî nerihetî û bombaranan tê, çi niha û çi li serdema rejîma Îraqê ku hertim rastî êrîş û bombebaranê tên.

Bo danûstandina li ser vê mijarê û stratejîya Tirkiyê di operasyona vê carê da ya ser Bakurê Îraqê, bernama “Hest Û Helwest” mêhvandariya sê kesan kir: Abdula Salih, şirovekarê siaysî û endamê berê yê parlemena Îraqê.

Warşîn Berwarî rêveberê Nahiya Şêladizê û Rêkar Ahmed sekirterê Partiya Rizgarî ya Kurdistan.

Xeletîye ku Pêşmerên Roj jî li Herêma Kurdistanê hene

Pêşî Abdula Salih got ku, vê carê bînek genî ji şerê di navbera Tirkiyê û PKKê da tê, hawkêşeke bi goman heye ku PKKê dest ligel van êrîşan hebe, jiber ku ew nabînin kanê rastî PKK şer dike yan na?

Abdula Salih Şirovekarê Siyasî

Abdula Salih Şirovekarê Siyasî

Salih herwiha derbarê hebûna PKK ê got, divê PKK li herêma Kurdistanê nemîne û behanê bide dest Tirkiyê ku operasyonan encam bide û da zanîn ku hebûna PKK nerewa ye.

Derbarê pirsa çima Pêşmergên Roj rewa tê dîtin û li Herêma Kurdistanê dimînin, herçende ew xelkê Sûriyê ne, nek yên Herêma Kurdistanê û peran distînin û tên perwerde kirin?

Abdula Salih got “Xeletîye ku Pêşmerên Roj jî li Herêma Kurdistanê hene, ev ne yasayîye û xeletîye PDK û Hikûmeta Herêmê dike”.

PKK Sedem ku Tirkiye Êrişî Herêmê Dike

Berzê Warşîn Berwarê rêveberê Nahiya Şêladizê got, êrşên Tirkiyê çi bi rêka topxanên wê be çi bi rêka firokan be bo ser herêma deverdariya Şêladizê û Dêrelokê berdewame, rojane serê çiyan tên bombe kirin, û 80 gund li herêma sinorên deverdariya Dêrelok û Şêladizê hatine vala kiri.

Warîşn Berwarî Rêveberê Nahiya Şêladizê

Warîşn Berwarî Rêveberê Nahiya Şêladizê

Warşîn herwiha got, du ajêndayên Tirkiyê hene, eger ku bêjin Tirkiyê çi divê û plana wê çiye ew babetek inê ye, lê eger bêjîn kî hanayê dide artêşa Tirkiyê ku vê fersendê bibîne, eger PKKê bingehên xwe li nav xaka Herêma Kurdistanê çê neke û ji wêderê êrîşan neke ser Tirkiyê, wî çaxî Tirkiye jî hewil nade bihê nav xaka Herêma Kurdistanê.

Divê Peymana 50 Salî ya bi Tirkiyê re Bihê Eşkere Kirin, Veşartî Nemîne

Rêkar Ahmed, Sekirterê Partiya Rizgarî ya Kurdistan nêrînên xwe yên derbarê operasyona Tirkiyê yên vê carê anîn ziman û got “ez di wê bawerê dame ku ew tiştê niha li Herêma Kurdistanê rû dide, diqewime, ew bernama dûr ya Tirkiyê ye, ne ya niha ye, amadekarî berî niha hatine kirin ku Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê heta sala 2023ê bêxin bin destê xwe.”

Rêkar Ahmed Sekirterê Partiya Rizgarî ya Kurdistan

Rêkar Ahmed Sekirterê Partiya Rizgarî ya Kurdistan

Rêkar Ahmed herwiha got, gelek caran tê gotin ku PKK sedema hatina Tirkiyê ye, ev ne raste bi raya min bo kesekê şorişger, bo kesek têkoşer nabe ti caran van tiştan bêje, jiber ku me bixwe dîtiye dema rejîma Îraqê li baregeha Zêwe da li nav axa Îranê, rejma Îraqê li gelek cihan da.

Rêkar Ahmed herwiha rexne li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û helwesta wê girtin û behsa peymana 50 salan kir ya ligel Tikiyê. Rêkar got “Rêkeftina ewqas mezin bo 50 salan nabe veşatî be, divî eşkera bibe, ev yek, ya duyan ciyê ku Tirkiye çûyê navegere, divê bihê vegerandin.”

Rêkar derbarê bazirganiya petrola Herêma Kurdistana ya li gel Tirkiyê got, “Em nizanîn, em petrol di kirîn yan di firoşîn, eger ku em di firoşîn çima em deyndarîn”.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Amedsporê tîma Bûrsa Înegolsporê bi 3 golan şand malê!

PeyamaKurd – Tîma futbolê ya li Bakurê Kurdistanê Amedspor, îro 3yê Kanûnê li yarîgeha xwe …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *