Piştî rêkeftina bi Pêşmerge re sererkanê Iraqê serdana Kerkûkê kir


PeyamaKurd – Piştî ragihandina rêkeftina navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge li dijî êrîşên DAIŞê û parastina sînoran, Serokerkanê Artêşa Iraqê û Cîgirê Fermandariya Operasyonên Hevbeş û Fermandarê Polîsê Federalî serdana Kerkûkê kirin.

Serokerkanê Artêşa Iraqê Ferîq Rukin Ebdulemîr Yarila û şanda leşkerî ya ligel wî îro 6ê Tîrmehê li Kerkûkê bi Parêzgarê Kerkûkê yê sepandî Rakan Cibûrî re li ser rewşa ewlehî û vîrusa koronayê civiya.

Ev serdan piştî ku Berdevkê Operasyonên Hevbeş ên Artêşa Iraqê Lîwa Tehsîn Xefacî ragihand, ew bi Pêşmerge re gihîştine rêkeftinê ji bo damezirandina navenda hevbeş bi armanca dabînkirina ewlehiya li navçeyên ku hêzên pasewanên Herêmê û hêzên federalî lê nîn in, hat kirin.

Herwiha ev demek e terorîstên DAIŞê êrîşî hin navçeyên Iraqê û navçeyên derveyî îdareya Kurdistanê yên navbera Kerkûk, Selahedîn û Diyale dikin ku daxwaz tê kirin Pêşmerge li wan herêman ji bo dabînkirina ewlehiyê bicih bibe.

Artêşa Iraqê û Pêşmerge li hemberî DAIŞÊ gihîştin rêkeftinê


Source link

About Hooshyar

Check Also

لە شاری ناسریە بەلانیکەم 6 کەس دەکوژرێن

بەلانیکەم 6 کەس کوژراون لەو پێکدادانەی نێوان خۆپیشاندەرانی دژە حکومەتی عێراق و لایەنگرانی موقتەدا ئەلسەدر، …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *