Fîlmê ‘Ji bo azadiyê’ wê li Swîsreyê bê nîşandan

Fîlmê “Ji bo azadiyê” ku promiyera wê li Rimêlan û Kobanê hate kirin, wê li sînemayên Swîsreyê jî bê nîşandan.

Fîlmê ku piştî festîvalên fîlman ên li Hindistan û Pakistanê bi baldarî hate temaşekirin, li gelek welatên Ewropayê jî hatibû nîşandan.

Promiyera fîlm a li Ewropayê jî li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rotterdamê pêk hatibû.

Fîlmê “Ji bo azadiyê”, tê payin ku beşdarî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cenevreyê (FÎFDH) bibe ku wê di navbera 6-15’ê Adarê de bihata lidarxistin, lê belê ji ber şewba Covîd-19 hatibû taloqkirin.

Piştî ku tedbîrên li dijî şewbê hatin sistkirin, fîlm cihê xwe di bernameyên sînemayê de girt. Di vê çarçoveyê de 26’ê Hezîranê li Basel û Solothornê, 5’ê Tîrmehê jî li kantona Lûzernê hate nîşandan. Fîlm gelekî bala temaşevanên Kurd û sînemahezên Swîsreyî kişandibû.

Fîlm wê bi hevkariya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê, Komuna Fîlman a Rojava, Navenda Çandê ya Baselê û TEV-ÇAND’ê, rojên bê li gelek bajaran ji nû ve bê nîşandan.

Dem û cihê ku fîlm lê bê nîşandan wiha ne:

10’ê Tîrmehê Biel, Kino Rex1 – saet 19:00,

12’ê Tîrmehê Luzern, Kino Baurbaki – saet 13:15,

17’ê Tîrmehê Bern, Kino ABC -saet 19:00,

20’ê Tîrmehê Cenevre, Cine Bio- saet 18:00,

21’ê Tîrmehê’da Cenevre ,Cine Bio – saet 20:45

10’ê Îlonê li Lozanê, Pathé Flon saet 19:30

Fîlm wê meha Îlonê li Zurîch, Lûgano, St. Gallen û ji nû ve li kantona Baselê bê nîşandan.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Danûstandinên Kurdî-Kurdî rawestiyan, em mercên ENKSê qebûl nakin

PeyamaKurd – Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif got ku ji ber mercên ENKSê, diyaloga kurdî gihîştiye …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *