Îranê ‘bajarên fuze yên binê erdê’ ava kiriye!


Kontr-amîral Alî Riza Tangsîrî ji rojnameya Sobhê Sadik a heftane re axivî û got, “Îranê li seranserê Kendava Farsê û Kendava Ûmmanê bajarên fuzeyan ên binê erdê ava kiriye.”

Tangsîrî diyar kir ku ev avanî “Ji bo dijminên Îranê bûye kabûs.”

Rejîma Îranê ji bo navendên binê erdê yên ku çekên xwe yên ji bo parastina ji hêzên hewayî gotina “bajarên fuzeyan” bi kar tîne.

Rayedarê leşkerî yê Îranî her wiha bêyî ku detayan eşkere bike, ragihand ku fuzeyên nû yên menzîla xwe dirêj û keştiyan ava dike.

Ev daxuyanî piştî çend rêze teqînên rojên dawî yên li Îranê hate dayin. Yek ji teqînan jî li santrala nukleerî ya Natanzê pêk hatibû ku bandor li hilberîna santrîfuj a nukleerî kiribû.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Bo 13 Welatan Qedexeya Vîzayên Nû Radigîne

Reutersê ragihand ku Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ji 18’ê Mijdarê vir ve dayîna vîzeyên nû …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *