Balafirgeha Watiya ku wezîrê tirk serdana wê kir hat bombebaran kirin

PeyamaKurd – Li Libyayê, Balafirgeha Watiya ku leşkerên Tirkiyê tê de bi cih bûne û rojek berê Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar serdana wê kiribû, ji aliyê balafirên şer ve hat bombebaran kirin.

 Ajansa Reutersê ragihandiye ku balafirên şer ên ku nayê zanîn yên kîjan welatî ne, li Libyayê Balafirgeha Watiye bombebaran kir ku leşkerên Tirkiyê tê de bicih bûne û wekî baregeheke mayînde tê amadekirin.

Reutersê da xuyakirin, di balafirgehê de, sîstema parastina asmanî HAWK hatiye jinavbirin, lê belê ji leşkerên tirk kuştî û birîndar nînin.

Balafirgeha Watiye, mehek berê, bi piştevaniya hêzên Tirkiye û çekdarên opozisyona Sûriyê ji aliyê Hikûmeta Wîfaqê ve hatibû kontrolkirin û hêzên Xelîfe Hefter ji wê derê vekişiyabûn.


Source link

About Hooshyar

Check Also

MEBYA-DER çû serdana goristanên hatine hilweşandin

MEBYA-DER çû serdana Goristana Şehîd Harûn a li gundê Çemê Elîka ya Licêya Amedê. Ev …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *