YPS’ê ji bo bîranîna Mazlûm Jiyanda çalakî kir


YPS’ê di daxuyaniyê de ragihand, bi çarçoweya ”pêngava tolhildanê ya li dijî mêtingerî û sîxûr-nokeran” li Şirnex, Mûgla, Kocaelî, Entalya û Edene çalakî kirine.

Daxuyaniya YPS’ê wiha ye:

”Endamên yekîneyên me 22’yê Hezîranê saet 22.30’î li herêma sinayî ya organîze ya IMES’ê ya navçeya Dîlova ya Kocaeliyê li dijî fabrîkaya ku malzemeyên sporê hildiberîne û çîmên sunî çêdike çalakiya sabotajê kiriye. Ziyaneke zêde gihaye ser fabrîkayê û nema dikare were bikaranîn.

28’ê Hezîranê li Mûglayê wesayita şexsî ya faşîstekî AKP-MHP’ê hatiye şewitandin.

28’ê Hezîranê li Dêrgulê ya Şirnexê araziya cerdevanekî yê noker ê bi navê Hamît Demîr hatiye şewitandin. Ev zevî bi temamî şewitiye.

4’ê Tîrmehê nîvê şevê li navçeya Seyhanê ya Edene li dijî şûbeya A-100’ê, ku yek ji qesaya pereyan a AKP-MHP’ê ye çalakiya sabotajê hatiye kirin. Di encama çalakiyê de markêt kete halekî wiha ku nema dikare were bikaranîn.

1’ê Tîrmehê li navçeya Manavgatê ya Entalyayê avahiya Recep Oz ê ku rêveberê AKP’ê ye hatiye şewitandin. Ev kes xizmê şaredarê Manavgatê yê tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê Hasan Oz e û rêveberê AKP’ê ye. Beşek ji avahiyê ji bo xebatên AKP’ê dihate bikaranîn. Avahî nema dikare were bikaranîn.”


Source link

About Hooshyar

Check Also

وێڕای زۆربوونی بڵاوبوونەوەی کۆرۆنا، عێراق خوێندنگاکان دەکاتەوە

لە عێراق خوێندنگاکان دەکرێنەوە وێڕای زۆرتربوونی بڵاوبوونەوەی پەتای کۆرۆنا، وەک سەرچاوە فەرمییەکان ئاماژەی پێدەکەن زیاتر …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *