Breaking News

YPS JIN ji bo bîranîna Mazlûm Jiyanda çalakî kir


YPS JIN di daxuyaniyê de ragihand, bi çarçoweya ”pêngava tolhildanê ya li dijî mêtingerî û sîxûr-nokeran” li Şirnex, Mûgla, Kocaelî, Entalya û Edene çalakî kirine.

Daxuyaniya YPS JIN’ê wiha ye:

”Endamên yekîneyên me 22’yê Hezîranê saet 22.30’î li herêma sinayî ya organîze ya IMES’ê ya navçeya Dîlovası ya Kocaeliyê li dijî fabrîkaya ku malzemeyên sporê hildiberîne û çîmên sunî çêdike çalakiya sabotajê kiriye. Ziyaneke zêde gihaye ser fabrîkayê û nema dikare were bikaranîn.

28’ê Hezîranê li Mûglayê wesayita şexsî ya faşîstekî AKP-MHP’ê hatiye şewitandin.

28’ê Hezîranê li Dêrgulê ya Şirnexê araziya cerdevanekî yê noker ê bi navê Hamît Demîr hatiye şewitandin. Ev zevî bi temamî şewitiye.

4’ê Tîrmehê nîvê şevê li navçeya Seyhanê ya Edene li dijî şûbeya A-100’ê, ku yek ji qesaya pereyan a AKP-MHP’ê ye çalakiya sabotajê hatiye kirin. Di encama çalakiyê de markêt kete halekî wiha ku nema dikare were bikaranîn.

1’ê Tîrmehê li navçeya Manavgatê ya Entalyayê avahiya Recep Oz ê ku rêveberê AKP’ê ye hatiye şewitandin. Ev kes xizmê şaredarê Manavgatê yê tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê Hasan Oz e û rêveberê AKP’ê ye. Beşek ji avahiyê ji bo xebatên AKP’ê dihate bikaranîn. Avahî nema dikare were bikaranîn.”


Source link

About Hooshyar

Check Also

Bûyera Îro 01/12/2020 (Rudaw)

Bûyera Îro 01/12/2020 (Rudaw) Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *