RINDIK: Dewlet li Mêrdînê û Wêranşarê çi ji me dixwaze?

Li gelek gundên Mardînê, Dêrikê, Qezê, Wêranşarê ji serê
mehan e elektirîk û av tuneye. Ev çend sal in eynî tiştî dikin. Li pişt vê terora qutkirina avê û ceyaranê pilaneke dewletê heye.

Zeviyên xelkê, terşên xelkê, bîstan û bexçeyên
xelkê ji ber bêaviyê telef bûne. Milet perîşan e. 

Bi sedhezaran însan di tariyê
da dijîn û hesretiya ava vexwarinê ne. Ev ne tiştekîm normal e. Dibê em giş bi hev ra tiştekî bikin.


Dewleta dagirker û neyarê qewmê kurd ji kêfî zulmeke nedîtî li me dike. Lê di vê zulmê da hedefeke wê heye. 


Diyar e dixwaze bi vê riyê kurdan ji herêma nabêna Rihayê û Nisêbînê derxe, bi
çolan xe û çeteyên xwe li wan deran bi cî bike. 


Tirkan berê jî li gelek bajarên Kurdistanê, Serê Kaniyê -Ceylanpinar yek ji van
e- Ozbek, Qirgiz, Uygur, ereb û kesên din bi cî kirine. 


Dibe ku vê carê jî pilaneke Erdogan-Bahçelî ya wiha heye. Ya na çima bi mehan
ewê bi sedhezaran însanî bêav û di tariyê da bihêlin! Sala çûnî jî eynî problem
hebû. 


Yanî mesela qutkirina avê û ceyaranê ne nuh e û ne bêsebeb e, miheqeq li pişt
vê siyasetek heye.


Dibê partiyên kurd û baroyên abûqatan, dahîreyên ziretê û dezgehên kurdan giş
dest bidin hev û li hemberî terorîzekirina milet dengê xwe bilind bikin.
Berdevkê hikûmeta Îraqê, Ehmed Mela Telal gotiye Îraqê bi
fermî ji Tirkiyê xwestiye êrîş û operasyonên xwe yên nava axa Îraqê rawestîne.
Tirkiye bi gotinê, bi rica mica nasekine, tenê ji zorê fêm dike. Dibê Îraq
lêxe.
Heta Îraq lê nexe Tirkiye nasekine û ji ciyên dagirkirine dernakeve. Efrîn,
Idlib, Serê Kaniyê, Girê Sipî, gund û herêmên Tirkiyê li başûr dagirkirine êdî
Hatay e, Qibris e. Tirkiye zorê nebîne, neyê mecbûrkirin ji van bajar û erdan
ewê tu carî dernekeve. Dibê Îraq, Sûriyê û kurd bi hev ra lêxin.
Di vir da Rûsya jî bi kurdan û bi ereban ra xayintiyeke mezin dike, Rûsyayê
rojava diyarî Tirkiyê kir.
Ava neherike, di golê da bimîne genî dibe. Însan jî wek avê
genî û pîs dibin.
Bindestiya gelek salan, zulm û tahdeya zêde şexsîyeta gelek kesî pir xera
kiriye, şexsîyeta wan bûye hevîr, dikeve her qalibî.
Şelafî êdî bûye sinetekî bi qîmet, talibên şelafiyê roj bi roj zêde dibin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

وێنەی 30 ی یازدەی 2020 (Dengî Amerîka)

A look at the best news photos from around the world. Source link

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *