‘Diyar Xerîb ji bo civaka Êzidî xwedî wateyeke girîng bû’


Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi wesîleya yekemîn salvegera şehadeta Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb Mûhammed (Helmet) daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ked û têkoşîna Diyar Xerîb a ji bo avakirina pergala neteweya demokratîk a li Şengalê hate bibîrxistin û hate gotin, “Gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya kesayetên mîna heval Helmet têkoşîna azadî û demokrasiyê xurt kir.”

MXDŞ’ê diyar kir, piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a li Şengalê, civaka Êzidî bi keda Diyar Xerîb û hevrêyên wî ji tinebûnê rizgar bû û xwe bi rêxistin kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ked û hewldanên hevalê Helmet çawa ku ji bo gelê Başûrê Kurdistanê girîng û xwedî roleke berçav e, ji bo me civaka Êzidî jî bi heman awayî bû.”

Di kesayetiya Diyar Xerîb de şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hemû hatin bîranîn û hate gotin, “Şehîd mezin Diyar Xerîb kedkarekî mezin ê pergala Şengalê bû. Bi dilekî bi êş em wî bi bîr tînin.”

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi navê civaka Êzidî destnîşan kir ku heta bigihêjin armanca xwe wê li ser şopa Diyar Xerîb bin û diyar kir, ku ked û piştgiriya Diyar Xerîb a ji bo civaka Şengalê qet nayê jibîrkirin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Danûstandinên Kurdî-Kurdî rawestiyan, em mercên ENKSê qebûl nakin

PeyamaKurd – Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif got ku ji ber mercên ENKSê, diyaloga kurdî gihîştiye …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *