Rewşa girtiyên nexweş Guler û Bulbul giran e


ÎZMÎR

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Îzmîrê li pêşiya Sumerbanka berê çalakiya ji bo girtiyên nexweş domand.

Di çalakiyê de bal hate kişandin ser Siddik Guler (80) yê li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê de ye. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku Guler nexweşiya wî ya dil û tansiyonê heye û ji ber bi kursiya teker digere nikare bi tena serê xwe, jiyana xwe bidomîne.  Çalakgeran xwestin bila girtiyên nexweş werin berdan.

ENQERE

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo bale bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê civîna çapameniyê li dar xist. Înisiyatîfê, di civînê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Nûrûllah Bulbul ku li Girtîgeha Tîpa L a Rîze Kalkandereyê girtî ye. Li ser navê înisiyatîfê Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Fatîn Kanat di civînê de axivî.

Kanat, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku girtiyên nexweş li girtîgehan şerê jiyanê didin û wiha got: “Di nav şertên netendurist de hewl didin bijîn. Gelek girtî jî ji ber ku nexweşiyên wan nayên tedawîkirin jiyana xwe ji dest didin.”

Kanat, piştre jî rewşa girtiyê nexweş Bulbul vegot û derbarê rewşa wî de ev tişt anî ziman: “Bulbul, ji sala 2016’an ve girtî ye û tê darizandin. Gelek nexweşiyên wî hene. Ji ber pirsgirêkên ku dijî nexweşiyên wî yên derûnî jî hene. Li gel ku gelek dermanan bi kar tîne jî rewşa wî baş nabe. Divê bi awayekî lezgîn Bulbul li nexweşxaneyek baş bê tedawîkirin û infaza wî bê taloqkirin.”

 


Source link

About Hooshyar

Check Also

Li Tirkiyê bi sedan rojnamevan li benda preskartan e (Rudaw)

Li Tirkiyê bi sedan rojnamevan li benda preskartan e (Rudaw) Source link

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *