Plana Îdara Serok Trump ya Mezintirîn Şahiyên 4ê Tîrmehê Tê Rexnekirin


Zêdebarî ku tirs ji belavbûna vîrusa korona heye li Washington a paytext, rêveberîya serok Trump plana mezintirîn diyardeya avêtina lîstik û fîşekên agirîn kirîye li êvariya Şemiyê li Washington, ku weke keveşopiya Amerîka ye di roja 4ê Tîrmehê da, roja serxwebûn û niştîmanî ya welatên yekgirtî yên Amerîka ye.

Wezîrê hundir David Bernhardt plana şahiyên 4ê Tîrmehê ragihand, ku êvariya Şemiyê dê 10,000 lîstikên agirîn berdin esmanan ku dê “mezintirîn bîranîn be di serdema nû de”.

Di daxuyaniyekê da wezîr David Bernhardt got, wezareta berevaniyê dê nimayşeke jîhatî ya firînên esmanî encam bide, ku serok Trump xwestîye bi wê nimayşa esmanî di sala 2020ê de weke rêzgirtin be bo jin û mêrên leşker yên Amerîkî.

Herwiha berpirsên wezareta hundir dibêjin wan 300,000 maskên xwe parastina ji vîrusa korona amade kirine da ku bidin kesên amade dibin û dixwazin maskan hilgirin.

David Bernhardt wezîrê hundir dîsan gotiye, ew amadebûyan agihdar dikin ku maskan bikar bînin û 6 fîtan ji hev dûr bimînin.

Plana Îdara serok Trump û wezareta hundirîn ya encamdana ahengan û avêtina lîstikên agirîn tê rexne kirin.

Hakima Washington DC. Muriel Bowser plan rexen kir û got, ev dê li dij şert û mercên saxlemî û xweparasatina ji vîrusa korona be û got “Em dizanin ku bîranînek taybete bo wezareta hundirîn, me têkilî bi wan re daniye û gotiye wan, em weha na bînin ku ev dê bo mercên saxlemiyê ya saziya CDC (Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşan) baştirîn be”.

Muriel Bowser daxwaz ji welatiyan dike ku xwe ji ciyên qelebalix dûr bêxin û li nêzîk malên xwe şahiyên 4ê Tîrmehê encam bidin.

Li gele eyaletên Amerîka ahneng û şahiyên 4ê Tîrmehê hatine betal kirin jiber ku vîrusa korona li Amerîka belav dibe.

Serok Trump û xanima yekê Melania Trump plan kirîye ku îro Şemiyî li baxçî başûr yê Koşka Spî li bîranîna roja Serxwebûnê pêşwaziyê li mêhvanan bikin


Source link

About Hooshyar

Check Also

کۆمەڵێک لە ڕێکخراوەکانی مافی مرۆڤ داوا لە کۆنگرێسی ئەمەریکا دەکەن فرۆشتنی چەک بە ئیماڕات ڕابگرێت

29 ڕێکخراوی چالاکی بەرگریکار لە مافەکانی مرۆڤ و سنووردانان بۆ بڵاوبوونەوەی چەک لە وتارێکدا دژایەتی …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *