Breaking News

Di navbera rejîma Sûriyeyê û çeteyên DAÎŞ’ê de şerekî giran heye


Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê roja şemiyê di bomberdûmana hêzên hewayî ya Rûsyayê de 17 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin û di vî şerî de 6 leşkerên Sûriyeyê jî mirin.

Şeva Pencşemê jî DAÎŞ’ê li nêzî Suknayê êrî bendên rejîmê kir.

Mala Çavdêriyê diyar kir ku di 48 saetên dawîn de 18 leşkerên rejîmê û 26 çeteyên DAÎŞ’ê mirine.

Çeteyên DAÎŞ’ê piştî ku di Adara 2019’an de têk çûn li çola berfireh a ji Humusê heta Dêrazorê êrîşan dike.

Çeteyên DAÎŞ’ê di meha Gulanê de 11 kesên ku piraniya wan şervanên alîgirên rejîmê bûn, qetil kiribû.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Alîgirên HDP bi Def û Zirne Vaksîna Dijî Koronayê Werdigrin (Dengê Amerîka)

Li bajarokê Bismilê yê Amedê piştî bangewazîya HDP 300 kes bi def û zirne çûn …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *