Daxwazên girtiyên li Wanê eşkere kirin


Girtiyên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Wanê, nameyek ji Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê re şandin, daxwaz û binpêkirinên mafan eşkere kirin. Nameya ku ji aliyê Îbrahîm Keras, Serbet Akbaş, Ahmed Ezîz Muhamed Halîfe û Huseyîn Batibey ve hate şandin ji aliyê Serokê Şaxa ÎHD’ê Mûrat Melek ve hate xwendin.

Girtiyan nerazîbûn nîşanî înfaza cihêkar da û daxwaz kirin ku qanûn wan jî li xwe bigire, înfaza girtiyên nexweş bên taloqkirin, dawî li cezayên disiplîn û sirgûnan bên anîn.

Girtiyan bibîr xist ku mafên wan ên têkiliyan tên astengkirin û nikarin xwe bigihînin radyo, pirtûk, kovar û rojnameyan.

‘DIXWAZIN JI MAFAN SÛDÊ BIGIRÎN’

Di nameyê de girtiyan gotin: “Li gorî rêbazê em dixwazin 10 saetan sûvê ji spor, sobhet, qurs û çalakiyên cihê bê girtin.” Girtiyan anî ziman ku divê daxwazên wan ên guhertina odeyan jî li ber çavan bên girtin.

Girtiyan di nameyê de ji bo yên cezayê muebet û di huncreyan de ne jî ev got: “Divê saetên wan ên derketin ber hewayê bên dirêjkirin, ji qursên wêne û sazê û hwd. sûd bigirin, ji bo xebatên mîna spor û sobhetê divê deh kes bên derketin, cihê ku bêhnvedana wan hevpar ji bo cihên yek kesî bên veguhestin.”


Source link

About Hooshyar

Check Also

Qurbaniyên Komkujiya Boko Haram li Nîceriya Gihişt 70 Kuştiyan

Di encama êrîşa dawiya hefteyê ya ku tê texmîn kirin ji aiyê milîtanên rêxistina Cîhadî …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *