Celaliyan sirgûnî Girtîgeha Kêrman kirine


Li Îranê aktivîsta jin a Kurd Zeynab Celaliyan dema ji Girtîgeha Xoy 21’ê Gulanê sirgûnî Girtîgeha Qereçek kirin bi şewba koronayê ketibû. Celaliyan ji ber nedermankirinê û şertên giran ên girtîgehê 21’ê Hezîranê dest bi greva birçîbûnê kiribû.

Xizmên Zeyneb Celaliyan a agahî da Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistan (KMMK) ragihandin ku Celaliyan 27’ê Hezîranê ji Girtîgeha Qereçek sirgûnî Girtîgeha Kêrman kiriye.

REWŞA TENDURISTÎ XIRAB E

Suheyla Hicabî ya li gel Celaliyan di heman girtîgehê de dima, rojên borî ragihandibû ku rewşa tenduristî ya Celaliyan xirab bûye.

Aktivîsta ji Makû Celaliyan a 38 salî ji ber sûcê endambûna partiyeke Kurd cezayê heta heta ya girtinê lê hatiye birîn. Celaliyan 13 sal in girtî ye.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Baroya Amedê: Gelê me ne bi tenê ye

Çalakiyê protestoyî û nerazîbûnên li hemberî qetilkirina 7 endamên malbata Dedeogûllari yên li navçeya Merama …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *