Vîrusa Korona Dê ji Nişke ve Nemîne


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku vîrusa korona dê ji nişke ve nemîne.

Trump ji kanala Fox Business re da zanîn ku ewê di şewba vîrusa korona de ber bi asteke baştir ve herin.

‘’Ez ji alîyekî de jî dibêjim vîrusa korona dê ji nişke ve biqede, wisa hêvî dikim.’’ Trump got.

Vîrusa korona di meha Nîsanê de li Amerîka heta asta herî bilind rabûbû û dûre bi tedbîran hejmara pêketinên nû yên rojane heta 15’ê Hezîranê daketibû.

Hejmara pêketinên nû yên rojane di 25 û 26’ê Hezîranê de bi awayekî rekorî bilind bû.

Hin eyaletên Amerîka jiber zêdebûna pêketinên nû, sistkirina tedbîran bi dawî dikin.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka pirtir ji 2,650,000 kes bi vîrusa korona ketine û 127,681 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Senatorê Amerîkî Graham Dibêje Ew bi Vîrusa Korona Ketiye

Senatorê Amerîka yê Komarî Lindsey Graham dîyar kir ku tevî ku wî vaksîna vîrusa korona …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *