Breaking News

Trikiye ji Fransa Daxwaza Lêbûrînê Dike


Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja Pênceşemê da zanîn ku Tirkiye çaverê dike, Fransa derbarê bûyera keştiya cengê ya li derya naverast lêbûrîna xwe bixwaze, bûyera ku Fransa li cem NATO daxwaza lêkolînê kirî, lê NATO hêjî ew bûyer yekalî nekirîye.

Li ser pirsgirêkên li Lîbya navbera Tirkiyê û Fransa aloz bûye. Fransa keştiyên cengê yên Tirkî li derya naverast bi rewştên dojminkarî tawanbar dike, piştî ku keştiyên wê li ava derya naverast di meha borî ya Hezîranê da lêgerîn di keştiyên cengê yên Tirkiyê da pêkanî bûn, ku dihat goman kirin Tirkiye çekan bo Lîbya vediguhêze.

Netewên Yekbûyî amborgoya kirîn û firotina çekan li ser Lîbya feriz kirî ye, lê her tim aliyên têklidarî şerên li Lîbya bi veguhastina çekan bo çekdar û grûbên li wî welatî şer dikin tên tawanbar kirin, bi taybet Tirkiye û Rûsya bi destxistina nav karên navxwe yên wî welatî û birina çekan bo grûbên çekdar tawanbar tên dîtin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Hevkariya PDK-Tirkiyeyê di rojeva medya Fransayê de ye

Di nûçeyê de ya bi îmzeya Sylvaîn Mercadîer de hate ragihandin ku berdêla ‘şerê qirêj’ …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *