Breaking News

Polîsê Kanada Kesekê Çekdar li Nêzîk Mala Serokê Hikûmetê Desteser Dike

Polîsê kanada sragihand ku erê sibeya îro Pêncşemê kesekê çekdar desteser kir, piştî ku hatî di nava herêmeke bajarê Ottawa da ku wê herêmê taybetmendiya xwe heye û mala Justin Trudeau serokê hikûmetê Kanadî li wederê dimîne.

Komelgeha Trudeau ku mala serok hikûmetê Kanada lê wêderê ye

Komelgeha Trudeau ku mala serok hikûmetê Kanada lê wêderê ye

Hat zanîn ku dema çekdar çûye herêmê serok hikûmet Trudeau û hakima giştî Julie Payette ne di made bûn.

Polisê Kanadî di hesba xwe ya twîterê da weşan ku “nêzî saet 6:40ê serê sibê kesekî çekdar derbasî beşa yekê ya Sussex Drive bibe, ku wî çaxî serok hikûmet û hakima giştî di dema bûyerê da ne di amadebûn. “

Polîs dîsan di twîteke cûda a, dide ragihandin ku kesê çekdar hatiye girtin û niha lêpirsîn li dij hatine destpêkirin, lê nasnma wî nehatiye eşkere kirin jiber ku lêprsîn dom dike.

Trudeau û hevjîna xwe û sê zarokên wan di malekê da dijîn li komelgeha Rideau Hall.îHerwiha mala hakima giştî Julie Payette di wê komelgehê da ye û ew nûnera taybet ya Qiralîça Brîtanya Elizabeth II Duyan e.

Julie di twîteke taybet da spasiya polîsan kir û got wan demildest rewş kontrol kir û pirs çareser kir.

Û twîta Julie wehaye” Em spasiya RCMP û polîsan dikin wan vê sibê rwşa li #RideauHall. her zû çareser hemû endamên tîma me bi silametin.”




Source link

About Hooshyar

Check Also

ڤایرۆسی کۆرۆنا کاردەکاتە سەر هەوڵەکانی ڕووبەڕووبوونەوەی ئایدز

ڕۆژی سێشەممە ڕۆژی جیهانی نەخۆشی ئایدزە. ڕێکخراوەکان لە سەرتاسەری جیهاندا سەرەتای ڕۆژەکەیان بە بیرهێنانەوەی ئەو …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *