Li Tirkîyê Jiber Vîrusa Korona Rewş Her Roj Xirabtir Dibe

Pêvajoya tekoşîna dijî vîrusa korona li seranserê cîhanê berdewam dike, lê belavbûna vîrusê nehatiye rawestandin.

Tedros Adhanom Ghebreyesus, Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ji bo vîrusa koronayê ango Covid-19’ê hişyarîya pêla duyem daye.

Ghebreyesusî dîyar kiriye û gotiye ew ketine fikaran ku rewş wê ber bi rojên hîn xirabtir ve biçe.

Li Tirkîyê jî, di derbarê rewşê de daxuyanîyên fermî yên dewletê û sazîyên sivîl û bijîşkî ji hev cûda ne. Her wiha her çiqas Tirkîyê dibêje ku rewş di bin kontrolê de ye jî, lê Yekitiya Ewropa sînorên xwe jibo geûtiyarên Tirk ve nake.

Chair of Diyarbakır Branch for TTB M.Serif Demir

Chair of Diyarbakır Branch for TTB M.Serif Demir

Serokê Şaxa Yekîtîya Doktorên Tirkîyê (TTB) ya Amadê Dr. M.Şerîf Demîr di hevpeyvina taybet ya bi Dengê Amerîka de dibêje ku li Tirkîyê ji dema ku tedbîr sist kirine û vir ve, hejmera nexweşan zêdetir dibe.

“Ji destpêka dema nexweşîya vîrusa korona vir ve rewş li Tirkîyê ne baş bû lê di Hezîranê de, ji dema ku dewletê biryara vekirinê wergirt heta niha rewş her diçe xirabtir dibe. Her roj hejmera nexweşan pirtir dibe.”

Dr. Demîr destnîşan dike ku karbidestên dewletê ti agahdarîyan bi sazîyên sivîl yên bijîşkî re parve nake, ragihandina wan kêm e.

“Em bi wan re ketin tekilîyê ku bi hev re bo civakê bixebitin, li tevahîya cîhanê jî pêvajoyên bi wî rengî bi hevkariya sazîyên fermî û sivîl tê revebirin. Lê, Tirkîyê wiha nekir, ji me re an jî ti kesî re tiştek ne got û me beşdar nekir.”

Hejayê bîrxistinê ye ku li Tirkîyê li gor pêzanên fermî yên roja Çarşemê jiber nexweşiya vîrûsa korona 199 hezar û 906 kes nexweş ketine û 5 hezar û 131 kes jiber heman nexweşîyê jîyanên xwe winda kirine.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Senatorê Amerîkî Graham Dibêje Ew bi Vîrusa Korona Ketiye

Senatorê Amerîka yê Komarî Lindsey Graham dîyar kir ku tevî ku wî vaksîna vîrusa korona …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *