Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî jiber Korona Agirbesta Cîhanî Radigihîne


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî jiber şewba vîrusa korona agirbesteke cîhanî ya bo 90 rojan ragihand.

Bernivîsa ser agirbestê ji alîyê Fransa û endamê demkî Tunusê ve hat hazir kirin û li civata bi 15 endam bi yekdengî hat pejirandin.

Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres ser qebûlbûna bernivîsê kêfxweşîya xwe got û bang li dewletên cîhanê kir ku hewilên bo aştîyê du qat zêdetir bikin.

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) di 11’ê Adarê de bo vîrusa korona pandemî ragihandibû û di 23’ê Adarê de jî Guterres banga agirbesta cîhanî kiribû lê jiber nîqaşên li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî agirbest çênebûbû.

Operasyonên leşkerî yên dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ), El-Nusra, El-Qayde û komên girêdayî wan li derveyî agirbesta cîhanî ne.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Tirkîyê Bo Kuştina Faxrîzade Nerazîbûna Xwe Nîşan Dide

Tirkiyê nerazîbûna xwe li hember kuştina Muhsin Faxrîzadeh, zanyê atomî yê Îranê nîşan da û …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *