Başaran: Ji bo ku dengê jinê were bihistîn em ê bimeşin


Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran bal kişande ser jinên ku dema desthilata AKP’ê hatine kuştin û diyar kir di nav 18 salan de 7 hezar û 500 jin hatine kuştin, tacîz li ser 100 hezar jinî çêbûye û êrîşa zayendî çûye ser 200 hezar jinî.

Başaran di axaftina xwe de bal kişande ser êşkenceya polîs û leşkerên Tirk a li ser aktivîsta TJA’yê Rojbîn Çetîn û got, dema desthilata AKP’ê navê jinê bi êşkenceyê, kuştinê, desteserkirina mafên jinê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê tê bibîranîn.

Başaran got, ”Dayika aştiyê ya 75 salî Yadê Makbûle heftiya bihurî hate destgîrkirin û girtin. Jin dema ku têbikoşe dibe hedef, li pêşberî me AKP’yeke wiha heye.”

Başaran her wiha got ji bo ku dengê jidin bilind bikin ew ê  li Agirî, Dersim, Stenbol û Aydinê bimeşin.

 


Source link

About Hooshyar

Check Also

Senatorê Amerîkî Graham Dibêje Ew bi Vîrusa Korona Ketiye

Senatorê Amerîka yê Komarî Lindsey Graham dîyar kir ku tevî ku wî vaksîna vîrusa korona …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *