Breaking News

Li Navendeke Saxlemî ya Tehranê Peqîn Çêbû û 19 Kesan Jîyanên Xwe Ji Dest Dan


Ajansa nîvfermî ya Îranê, ISNA ragihand ku di peqîneke li Tehran ya paytext de bi kêmî ve 19 kes jîyanên xwe ji dest dane.

Li gor daxuyanîya karbidestên li Tehranê, li Navenda Saxlemî ya Sina Athar peqîn û piştre jî şewateke mezin çêbûye.

Berdevikê Agirkujîya Tehranê Celal Malekî dîyar kir ku tupên gazê yên li jêrzemîna klînîkê peqîyane û 19 kes di şewatê de mirine.

Kanala dewletê ya Îranê da zanîn ku ji mirîyan 15 jin in.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Daxuyaniya Mekteba Siyasî Ya YNK’ê li Dor Aloziyên di Nava Partiyê de

Îro Çarşemê li jêr çavdêriya Bafil Talebanî Hevserokê Yekîtî Niştîmanî Kurdistan YNKê mekteba siyasî li …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *