Ji kesên li Tûzlûçayirê ji bo Qetlîama Sêwasê daxuyanî dan 3 destgîr kirin


Polîsan êrîş bire ser rêxistinên Elewî û demokratîk ên xwestin li Tûzlûçayir li ser 2’yê Tîrmehê Qetlîama Sêwasê daxuyanî bidin, 3 kes destgîrkirin.

Koma ki li pêşiya Mala Cemê a Dayika Fatma ya li Tûzlûçayirê hatin ba hev, polîs êrîşî wan kirin. Dema ku polîsan êrîş kirin, girseyê dirûşma ‘Dewleta qatil wê hesab dide’ qîrkirin.

Bi hinceta biryara walîtiyê çalakî hate astengkirin, polîs ketin mala cemê û 3 kes destgîrkirin.

Piştî êrîşa polîsan girseyê li Mala Cemê çalakiyeke ya bîranînê kirin û mala cemê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçêkirin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

bêndera çandê — Mamosteyê ku bi KHKyê hatiye îxrackirin bi dersa…

Her diçe rêjeya mamosteyên kurdî zêde dibe û ligel kurdan biyanî jî eleqeyekê ji bo …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *