CNN: Erdogan îflasa Trump anî!


PeyamaKurd – Televizyona CNN Internationalê bi çavkaniyên Koşka Spî hevdîtinên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên bi serokên welatên dinyayê re eşkere kirin.

Li gorî nûçeya CNNê ya rojnamevan Carl Bernsteinê ku yek ji wan kesên bûye sedema îstîfaya serokê berê Richard Nixon, Trump di rûyê Merkelê de jê re gotiye, ‘ehmeq’û jinên lîder piçûk xistine. Herwiha di hevdîtinên Pûtîn de gelek caran dema pesindanê tawîz dane wî û bi pêwendiyên telefonî yên bi Erdogan re jî her tim rêzikên ewlehiya netewî binpê kirine.

Trump û Erdogan hefteyê du caran diaxivîn

Di nûçeyê de tê gotin ku Trump herî zêde bi Erdogan re pêwendî kiriye ku Erdogan ji nişka ve hefteyê du caran telefon dikir û yekser pê re dihat girêdan.

Herwiha hatiye diyarkirin ku Erdogan di xwe gihandina Trump de pispor bûye ku ji îstixbaratê agahiya guncawbûna Trump distand û pê re pêwendî dikir.

Trump, ‘Dikan Firot’

Di nûçeyê de cihekî fireh bo pêwendiyên Trump-Erdogan hatiye dayîn ku tê diyarkirin vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê jî bi razîkirina Erdogan pêk hatiye ku tawîzên zêde Trump dane Erdogan û bêyî agahdariyê baş bi Erdogan re pêwendî danîne.

Dîsa çavkaniyeke nûçeya CNNê gotiye, ‘Erdogan ew biriye îflasê’ û biryara vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê jî yekser girêdayî axaftinên bi Erdogan re ye.

Çavkaniyên CNNê li ser mijara vekişîna ji Sûriyê gotine, biryara vekişîna ji Sûriyê ya Trump li gorî berjewendiyên Tirkiye û Rûsyayê çêbûye bi gotina ‘Dikan firot’ tê şîrovekirin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

بە مەبەستی ڕێگری کردن لە بڵاوبوونەوەی زیاتری ڤایرۆسی کۆرۆنا تورکیا ڕێوشوێنی نوێ دەگرێتەبەر

حکومەتی تورکیا بە مەبەستی ڕێگریکردن لە بڵاوبوونەوەی ڤایرۆسی کۆرۆنا لە کۆتایی هەفتەدا قەدەغەی هاتوچۆ ڕادەگەیەنێت. …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *