Rûsya Dibêje Tirkîye Dikare Çekên Rûsî Bifroşe Welatekî Din


Rûsya îro Sêşemê ragihand ku Tirkîye nikare bê destûra wê sîstemên berevanî yên Rûsî bifroşe welatekî din.

Ajansa Reutersê ji zarê Maria Vorobyova, berdevika hevkarîya leşkerî û teknîkî ya federalî ragihand ku Tirkîye nikane bê îzina wan çekên Rûsî bifroşe dewletekê din.

Rêvebirîya Amerîkî gotibû ku ger Tirkîye sîstema Tirkîye S-400 bi cîh bike û bixebitîne, ewê rûbirûyê toleyên Amerîkî be.

Rêvebirîya Amerîka dibêje ku sîstema Rûsya ne li gor sîstema NATO ye û bicîhkirina S-400 wê bo firokên F-35 yên Amerîkî xeterî çêkin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû ku ewê S-400’an di meha Nîsanê de bixebitînin, lê jiber kêşeyên vîrusa korona ew yek pêk nehatibû.


Source link

About Hooshyar

Check Also

ANF | Hevşaredara Hezoyê hate destgîrkirin

Hevşaredara Hezoyê hate destgîrkirin Polîsên Tirk vê sibehê bi ser mala Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *