RINDIK: Carnan Xwedê li ser hev dide !

Do êvarî Xwedê li ser hev da min, bi mîvanên ezîz ra tizbî jî
bi ser min da barîn. 


Ez li hêviya tizbiyekê bûm, tam pênc heb bûn qismet û nesîbê min.


Yanî do Xwedê li ser hev da min. Îşê wî xerîb e, nade, nade, gava dide jî wiha li
ser hev dide…


Hêvî dikim mîvanên wiha comerd her roj werin. 


Ez ji tizbiya xweşik hez dikim. 


Koleksîyoneke min a mezin tuneye, lê çend tizbiyên min hene. Gava li derekê tizbiyeke
xweş bibînim dikirim û yek bi xwe bide min jî nabêjim na. 


Lê ez bi xwe tu carî tizbiya kesî ji dest nagirim.



Nîmet Aydin
ji zû da bû soza tizbiyekê dabû min, do ewê bi xwe ra bianiya. Lê camêr
çar heb bi xwe ra anîbûn, got yekê ji xwe ra biniqîne. 


Min yek niqand, got te ya baş negirtiye, rabû yeka din jî da min. 


Şansê min do bexît bû, dema çû, tizbiyên din jî li mala me ji bîr kir, ew jî
man ji min ra. 


Lê ne ev tenê, Qutbedîn Aliş jî tizbiyeke sedef ya sipî ya pir xweşik anî diyarî min
kir. 


Ew jî surprîzeke xweş bû. Ez qet ne li bende diyariyeke wiha bi qîmet bûm. 


Yanî carnan Xwedê li ser hev dide, ez li bende tizbiyekê bû, 5 heb li tizbiyên
min zêde bûn.
Mala herdu hevalan jî ji erd heta bi ezman ava be, bi diyariyên wan ez pir
kêfxweş bûm. 


Ez ji mîvanan hez dikim, lê bi taybetî jî ji mîvanên tizbiyan diyarî min bikin
pirtir hez dikim. Mîvanên wiha bira tim werin, deriyê min ji wan ra tim vekirî
ye…

Tizbiya sipî ya bi gulik diyariya Qutbedîn Aliş e û her çarên din jî diyariyên Mumtaz-Nîmet Aydin in. Mumtaz herçar diyarî min nekirin, lê Xwedê ew kirin qismetê min…


Source link

About Hooshyar

Check Also

Li Wisconsin Jinûve Hejmartina Dengan Bidawîbû Biden li Pêş E

New York, Yekşemê jinûve hejmartina dengên hilbijartinên serokatiya Amerîka li du mezintirîn herêmên astana Wisconsin …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *