RINDIK: Bobelata vê carê pir mezin xuya dike

Di tarîxa me da gelek felaket û bobelatên mezin hatine serê
me, hêzên dagirker bi hezaran kurd kuştine û bi sedhezaran jî mecbûrî, koçberiyê, derbederiyê û perîşaniyê kirine.


Lê felaket û bobelata vê carê dixwazin bînin serê me pir mezin xuya dike.

Tirkiye, Îran, Îraq û xayin
û xwefiroşên kurd, gişan qela xwe kirine yek û dixwazin Kurdistana Federe ji
ortê rakin û kurdan basko bikin, felaketeke pir mezin bînin serê kurdan.


Ev pilan ji alî Tirkiyê, Îranê, Îraqê ve gav bi gav tê cî bi cî kirin û em
kesên vê felaketê, vê xiyanetê dibînin nikanin tiştekî bikin, lê temaşe dikin.


Çimkî tiştek ji destê me nayê. 


Çimkî hêzeke me ya em kanibin pilana neyar û xayinên nav xwe xera bikin tuneye.

Tiştê ji me tê gotin, nivîsîn û xemgînîye, qêrîn û hawara li kurdan ye.


Dinya jî bi epîdemîya koronayê û gelşên bi xwe
ra anîne mijûl e, kes nayê hawara me, kes ji Tiriyê û ji Îranê ra tiştekî nabêje. Diyar e Sûriyê û Îraq jî di bin ra alîkariya Tirkiyê û Îranê dikin, ew jî dixwazin Kurdistana Federe nemîne, rojava têk biçe, me bikujin, koçber bikin.


Rewş pir xerab û bêhêvî xuya dike. Lê mûcîze jî mimkûn e. Belkî tiştekî qet em
ne li hêviyê ne biqewime û me ji vê qaosê û felaketê xelas bike…

-Gul, lale, çîçek hemû diçilmisin. Pola û hesin dişkê. Lê
belê dostanî ne diçilmise û ne jî dişkê…

Serweta herî mezin dostanî, hevaltiya naçilmise, naşikê,
namire…


Source link

About Hooshyar

Check Also

Li Bîelefeldê çalakiya ji bo Şengalê di roja duyemîn de didome

Çalakiya ku ji aliyê SMJÊ, HCÊ, NAV-YEK û Navenda Kurdistanê li Bîelefeldê hate kirin saet …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *