Bandora Yaseya Qeyser li ser Sûriyê

Di roja 17ê meha Hizêranê de, cezayên Amerîkî yên bi navê Yaseya Qeyser derbasî warê cîbicîkirinê bûn û riyaksyonên ciyawaz derxistin pêş.

Di demekê de ku ev ceza hikûmeta Sûriyê û rêjîma Beşar Esed û alîkarên wan dikin aramnc, ew bandorê didin ser jiyana xelkê sivîl, ê ku rastî buhabûna kel û pel û pêwîstiyên rojane bûne.

Amerîka bi vê yaseyê dixwaze fişarê bide ser rêjîma Sûriyê û piştgirên wê da ku vegerin ser maseya diyalogê û li gel opozisyonê tevlî çareseriyeke siyasî bibin.

Di sepandina van cezayan de, Amerîka rê dide rêxistinên alîkarîyên mirovahî ku pereyan vehuzin û karê xwe berdewam bikin.

Amerîka her wiha rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, cihê ku di bin desthilatdariya Hêzên Sûriya Demokrat de ne, dide ber çavan.

Lê çawa be jî, berpirsên rêveberiya xweser û hin şareza jî behsa bandora neyînî ya van cezayan dikin.

Yaseya Qeyser dikare li ser erdê çi bike?

Hêzên herêmî û navnetewî yên ku piştgiriya rêjîma Sûriyê dikin çawa dikevin bin bandora van cezayan?

Rêveberiya xweser a bakur û Rojhilatê Sûriyê dikare çi bike ji bo sistkirina encamên van cezayan ji ser welatiyan?

Bernameya Hest û Helwest ev mijar li gel du çavdêrên siyasî gotûbêj kir: Mehmûr Biro ku li Nerwîj dimîne û Hozan Efrînî ku li Silêîmaniya herêma Kurdistana Îraqê dimîne.

Hozan Efrînî û Mehmûd Biro

Hozan Efrînî û Mehmûd Biro

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke


Source link

About Hooshyar

Check Also

Kardeş Turkuler ji bo Tahir Elçî 'Hewar' çêkir (Diyarname)

Kardeş Turkuler ji bo Tahir Elçî 'Hewar' çêkir (Diyarname) Source link

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *