Vîrusa Korona Heta Niha Pirtir ji 500,000 Kes Kuştine


Hejmara kesên bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane 500,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 501,897 kes bi vîrusa korona mirine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî 125,804 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Li dû Amerîka, bi pirtir ji 57,000 mirinên ji vîrusa korona Brezîlya, li dû wê jî bi pirtir ji 43,000 mirinan Brîtanya tê.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 4,641 kes bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Jinan li Montpellîer ji bo 25’ê Mijdarê çalakî kirin

Li bajarê Montpellîer a Fransayê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *