PAJK: Bi biryardarî û xeta Zîlanê em ê têkoşînê geş bikin

Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku di sala 1996’an de li Dêrsimê çalakiyeke fedaî li dar xistibû, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya PAJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di dîrokê de hin kêlîkên girîng hene ku kes bi civakê re dibe yek. Di 30’ê Hezîrana 1996’an de jî rêheval Zîlan (Zeynep Kinaci) dîroka gelekî li ber tunekirinê bi herfên zêrîn nivîsandiye. Ev nasname bûye sedem ku nasnameya jina azad a Kurd mayînde û kûr bibe. Rêheval Zîlan (Zeynep Kinaci) jî di Warê taktîk, xeta çalakiyê û îdeolojîk li Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan zêde kiriye.

Di sala 1996’an de li ser Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan êrîş zêde bûne. Di 6’ê Gulanê de li dijî Rêbertiya me sûîkast hatiye lidarxistin. Bi sedan mirov hatine destgîrkirin û êşkence li wan hatine kirin. Li ser gerîla jî êrîşên berfireh hebû. Rêheval Zîlan li bajarê Dêrsimê ku dewleta Tirk digot me Kurd qedandiye, li dijî dewleta Tirk çalakiyeke fedaî li dar xist. Li ser vê çalakiyê Rêbertiya me gotibû, “Zîlan Xwedawendeke ku divê em li pêş wê xwe xwar bikin. Derbarê jiyana azad çi hebe di çarçoveya xeta Zîlanbûnê de ye. Ev xet bi qasî ku îdeolojîk, felsefîk e, di heman demê de di warê hestan de jî temsîla herî jor e.” Di warê ku têkoşîna me ya azadiya jinan bûye partî, rêheval Zîlan bûye rêber.

Piştî şehadeta rêheval Zîlan bi 24 salan jinên Kurd li ser vê xetê perspektîfên xwe yên îdeolojîk û siyasî birêxistin kirine. Xeta Zîlanê di warê jiyana azad, têkiliyên jin û mêran a azad û xwenirxandin û xweavakirinê de bûye perspektîf. Ji çalakiya rêheval Zîlan heta niha jinan çalakî û xweparastina xwe li ser vê bingehî kirine. Rêheval Zîlan bi çalakiya xwe diyar kiriye ku jiyan bi wate û azadiyê heke were hûnandin wê demê ew ê watedar be. Rêheval Zîlan bûye manîfesyoya jiyanê. Rêheval Zîlan bûye karakterê bingehîn ê PKK û PAJK’ê, bûye helwesta mirov û jinên azad. Rêheval Zîlan dema nasnameya jina azad di nava xwe de ava kiriye, xwe di civakê de dîtiye û bûye partî. Di kesayetiyekê de karakter, helwest, awayê têkilîdanînê, biryardarî û xweveguheradina çalakiyê nîşanî gelên herêmê daye.

EM Ê TÊKOŞÎNA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ MEZIN BIKIN

Konjektura cîhanê ya heyî jî rastiya qirkirinê dide ber Kurdan. Dewleta Tirk bi serkêşiya rejîma AKP-MHP’ê hîn bêhtir faşîst bûye. Ji bo Kurd li nava Tirkiyeyê û li derveyî Tirkiyeyê nebin xwedî destketî, dest bi êrişeke mezin kiriye. Van êrişên xwe jî hewl dide bi terorîzekirina PKK’ê bike. Dewleta Tirk bi tasfiyekirina PKK’ê dixwaze bi navê Kurd û Kurdistanê li Kurdistanê, Tirkiyeyê, Sûriyeyê, Iraqê, Îranê çi hebe tune bike, bi navê azadî û demokrasiyê li herêmê çi hebe tune bike. Ji ber vê yekê êrişê dibe ser zarok, jin, mêr, extiyar, xweza, zevî, bax û baxçeyên Kurdan.

Bi navê Partiya Jinên Azad a Kurdistanê em ê di biryardarî û xeta hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) de têkoşîna xwe ya li dijî faşîzma Tirk mezin bikin. Manîfestoya jiyanê ya ku hevrê Zîlan danî ber me, ji bilî azadî, demokrasî û edaletê rêyeke din nîşanî me nade. Di sala 25’an a şehadeta wê de di şexsê hevrê Zîlan de em şehîdan hemûyan, bi rêz û minet bi bîr tînin û dibêjin ku bîranîna wan ronahiya têkoşîna me ye.”


Source link

About Hooshyar

Check Also

وێنەی 30 ی یازدەی 2020 (Dengî Amerîka)

A look at the best news photos from around the world. Source link

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *