California û Florida Sistkirina Tedbîrên Dijî Korona bi Dawî Dikin


Eyaletên Amerîka yên lê pêketîyên vîrusa korona jinûve zêde dibin, sistkirina tedbîran bi dawî dikin.

Karbidestên California, Florida û Texasê tedbîrên nû ragihandin.

Walîyê California Gavin Newsom ferman da ku li 7 herêman bar werin girtin ku di nav wan herêman de Los Angeles jî heye.

Berpirsên Florida û Texasê roja Înê ferman dabûn ku bar werin girtin.

Li Texasê raftîng hat qedexe kirin û li Florida hin berav jî dê girtî bimînin.

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence çalakîyên hilbijartinê yên li Florida û Arizona betal kirin.

Vîrusa korona li Amerîka ketiye canê pirtir ji 2,5 mîlyon kesan û pirtir ji 125,000 kes kuştine.


Source link

About Hooshyar

Check Also

“Em ê ji bo baregahan li ser axa xwe cih nedin Amerîka”

Xan di hevpeyvîna ku bi bernameya “Axios on HBO” de helwesta wî ya berîya Serokwezîrtîyê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *